Nevzat Umut Uzel
13 Hezîran 2024•Rojanekirin: 23 Hezîran 2024
Rêwîtiya masiyên încî kefalan ji Gola Wanê ber bi avên şêrîn va berdewam e.
Masiyên încî kefalê ku her sal ji 15 Nîsanê heta 15ê Tîrmehê ji bo hêkkirinê ber bi ava şêrîn va diçin, rêwîtiya wan ya dijwar didome.
Ziyaretvanên ku tên Delîçaya navçeya Ercîşê û Balik Bendiya li navçeya Muradiyeyê dibînin ku bi hezaran masî li hember herikîna avê soberiyê dikin û bi derbaskirina astengan ra xwe çem dikin avên şêrîn.
Masiyên ku îsal bi zêdebûna baranê re koça wan asantir derbas dibe, di serdema 3 mehên ku qedexeya nêçîrê tê cîbicîkirin da bi tedbîrên hêzên ewlehiyê tên parastin.
Ekîbên Ewlehiya Peravan ên Fermandariya Koma Gola Wanê jî piştgiriyê didin xebatên ji bo parastina masiyên încî kefalê yên di gol û çemên derdorê da.
Gerînendeyê weşanê û çêkerê belgefîlmên binê avê Tahsîn Ceylan û ekîba pê ra koça ku her sal bi hezaran kes şahidiya wê dikin bi kamerayeke binê avê, tomar kir.
Têkoşîna masiyan a bi mebesta hêkdanînê û hewildanên wan ên xweçemkirina ji ser astengan ji binê avê va hat tomarkirin.
Qaymeqamê Ercîşê Murat Karalogluyê ku li wê derê amade bû diyar kir ku ew bûne şahidê koçkirina încî kefalan ku ber bi avên şîrîn ve diçin û tenê li Gola Wanê dijîn.