Hakan Sarı
11 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2023
Li Çataxa navçeya Wanê, Şelaleya Kaçîtê ku li newalekê di nava lat û daran de ji 25 metro bilindahiyê dişirike bala siruşthezan dikişîne.
Şelaleya li Gundê Kaçîtê ku bi qasî 15 kîlometroyan dûrî navenda navçeya Çataxê ye, ji ber ku di nava çiyayan de ye, weke baxçeyekî veşartî ye.
Siruşthezên ku ji bo dîtina şelaleyê tên li hember bedewiya di nava lat û daran de matmayî dimînin. Siruşthez ji navenda navçeyê, di rêyeke kaş û hevraz de, di nava dar û berên şîn re bi qasî nîv saetê rê dimeşin û digihêjin şelaleyê.
Serokê Kulûba Siruşt Werziş a Wadiyê Omer Demez anî ziman ku par bi tesadufî ev şelale dîtine û îsal cara yekê çalakiyeke geştê li wê derê li dar xistine.
Demez destnîşan kir ku par ava şelaleyê hê zêdetir bû û got, "Şelale bi qasî 25 metro bilindahiyê ve dişirike xwarê. Ji ber kêmiya şiliyê li gorî par, îsal ava wê kêmtir e. Goşeyeke bihuştê ye ku di nava lat û daran de veşartî maye. Piştî hilkişîneke bi qasî 20 deqîqeyan em digihêjin qada şirînekê. Îro me yekemîn geşta xwe ya vê derê li dar xist."
Ji siruşthezan Ahmet Sonmez jî behsa bedewiya şelaleyê kir û got, "Heta em gihiştin şelaleyê me hilkişîneke dijwar kir. Bedewiyeke gelekî siruştî ku di nava lat û daran de nehênî maye. Destpêka şirînekê gelekî bilind e. Ev der cihekî wisa ye ku lazim e mirov bibîne."