Şener Toktaş
10 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2023
Siruşthez û turîstên biyanî û xwemalî yên tên Tetwana navçeya Bedlîsê ji bo kampê Kalderaya Nemrûdê tercih dikin.
Cîhan Onenê Hîndekarê Doktor yê Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê ku li herêmî çavdêriya heywanên kovî û fezayê dike, diyar kir ku geştiyarên tên herêmê li derdora Gola Kraterê ya Nemrûdê, li bintara Çiyayê Sîpanê û li peravên Gola Aygirê û Behra Wanê konê xwe vedigirin û lê dimînin.
Cîhan Onen diyar kir ku bi salan e li Bedlîsê çavdêriya heywanên kovî û fezayê dike û wêneyên wan dikişîne û got ku tebîeta herêmê pir xweş û balkêş e.
Onen diyar kir ku di salên dawîn da ji dewletên Ewropayê yên weke Almanya, Swêd û Norwêcê gelek kes ji bo kampê tên Bedlîsê û got ku hejmara wan her diçe zêde dibe.