Servet Taşdemir
15 Gulan 2024•Rojanekirin: 16 Gulan 2024
Ekspresa Gola Wanê ya ku sefera Enqere-Tetwanê dike rastî eleqeya seyahathezan tê.
Ekspresa Gola Wanê ya ku ji Enqere, Kirikkale, Qeyserî, Sêwas, Meletî, Elezîz, Bingol û Mûşê derbas dibe û tê navçeya Tetwanê piştgiriyê dide turîzm û aboriya herêmê jî.
Rêwiyên ji bo ku bên bajêr Ekspresa Gola Wanê tercîh dikin seranserê rêwitiya xwe ya ku di nav tebîetê da dikin derfet dibînin ku wêneyên xweşikahiyên tebiî bikşînin.
Tuba Tamaya ku bi Ekspresa Gola Wanê sehayat kir got ku rêwîtiya wê ji Enqereyê dest pê kir.
Tumayê diyar kir ku rêwitiyeke xweş derbas kir û got ku "Em di 26 saetan da gihan Tetwanê. Peywirdarên di trênê da gelekî eleqedar bûn. Der û dor paqij û rehet bû. Derfeta me çêbû ku em bi dîmenên xweşik ra seyahatê bikin."
Kutbettîn Baranû ji Balikesîrê jî behs kir ji bo ku keça xwe ya li Ercîşa navçeya Wanê dijî ziyaret bike biryar da ku bi trênê seyahat bike.
Baran got ku rêwîtiya otobêsê mirov diwestîne û wiha axivî: "Min bi eskpresê rêwîtiyeke xweş û bi kêf derbas kir. Ez her sal çend mehan têm û li Wanê dimînim. Em li cihên dîrokî digerin. Em ji xizmeta trênê memnûn man. Me li gel dîmenên xweşik rêwîtiyeke bêhampa derbas kir. Ez ji bo her kesên dixwazin ku di nav berpalên çiyayan da, di nav xweşikahiyên tebiî da rêwitiyê bikin, Ekspresa Gola Wanê pêşniyaz dikim."