Haydar Şahin
30 Gulan 2020•Rojanekirin: 01 Hezîran 2020
Şirşirnega Susizê ya li Susiza navçeya Qersê bi xweşikahiyên xwe yên tebiî balê dikişîne ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) van rojan bê deng û bê his ma.
Kesên Şirşirnega Susizê ya li ser rêbeja Qers-Erdexanê dibînin şaş û metel dimînin. Ava şirşirnegê ji 75 mêtre bilindahiyê diherike û ji ber vê jî di nav gel da wekî "Ava Difire"(Avfir) tê zanîn.
Şirşirnega Susizê ya li Susiza navçeya Qersê bi xweşikahiyên xwe yên tebiî balê dikişîne ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) van rojan bê deng û bê his ma. ( İsmail Kaplan - Anadolu Agency )
Şirşirnega ji ber tevdîrên Kovîd-19ê bê deng û bê his maye bi dengê çivîkan şên dibe.
Şirşirnega Susizê zivistanê bi tevahî dicemide û biharê jî der û dora wê hêşin dibe. Her demsalê xweşikahiyên cuda derdikevin holê.