Bi Kadir Kaçmazê Lîderê Ekîbê yê Lêgerîn û Xilaskirinê yê ÎHHya Bidlîsê û endamên lêgerîn û xilaskirinê va 11 kes sibehê zû ji berpala Tetwanê va ber bi lutkeyê derketin rê.
Siruşthez gava derketin lutkeyê, di xeta li dora kalderayê dizivire da meşiyan û ji lutkeyê derfeta dîtina Golên Kratera Nemrûdê, Gola Wanê, Çiyayê Sîpan, navçeyên Norşîn û Tetwanê bi dest xistin.
Siruşthezan her wisa dîmena mij û dûmana di dema hilhatina rojê da bi têlefonên xwe yên mobîl kişand.