Nihat Kavşut
27 Îlon 2019•Rojanekirin: 30 Îlon 2019
Ferec Ebu Ehmedê 72 salî ku ji ber êrîşên li Îdlibê koç kir û li quntara çiyê di çadirê da dijî keviran dişikîne û pê debara xwe dike.
Ferec Ebu Ehmedê ji gundê Fattireyê ku gundê wî li Çiyayê Zawiyeya li Îdlibê ye ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê ji mecbûrî koçî gundê Meşhedê kiriye ku li ser xeta sînorê Tirkiyeyê dikeve.
Ebu Ehmedê daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir ji bona mesrefên rê tûpa xwe firotiye û koç kiriye.
Ferec Ebu Ehmedê 72 salî ku ji ber êrîşên li Îdlibê koç kir û li quntara çiyê di çadirê da dijî keviran dişikîne û pê debara xwe dike. ( Muhammed Abdullah - Anadolu Agency )
Ehmedê li gundê Meşhedê di çadirê da dimîne destnîşan kir ku her çiqas kal bûye û pişta wî ketiye ber jî karê xwe yê 32 sal e dike didomîne û got ku ez bi gêranê ku heyşt kîlo ye keviran dişikînim.
Ebu Ehmed diyar kir hefteyê 6 rojan dixebite û wiha axivî: "Ez her sibeh piştî nimêja sibehê dest bi şikandina keviran dikim. Nîvro bêhna xwe didim û heta êvarê dixebitim. Rojê qamyonek kevir dişikînim û hezar û 500 lireyî Sûriyeyê (15 TL) qezenc dikim. Her çiqas fitiqa min hebe jî bi gêranê ku heyşt kîlo ye keviran dişikînim."
Ehmed diyar kir dîsa jî hizûra wî heye û got ku bi tenê peydakirina avê zehmet e.
Ebu Ehmed destnîşan kir carekê di di çadirê da radize dûpişt bi wî vedide û got ku zivistan tê û ez bi fikar im û wiha dewam kir: "Berf heta nîvê biharê nahele. Ez ê çi bikim? Ji bona ji ber serma û seqemê neqefilim em ê darên zeytûnan bibirin û xwe germ bikin."