Önder Beyter
29 Îlon 2019•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2019
Xelkê navçeya Balikesîrê Sindirgiyê Mehmet Gonul bi makîneya seradkirinê ya 80 salî ku ji bavê wî jê ra maye, genim serad dike.
Gonulê 54 salî ku li Taxa Uzumluyê ya li kirê navçeyê rûdinê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku makîneya seradkirinê, alaveke çandiniyê ye ku ji kêrtik û elengan pêk tê û herwiha bi destan milê wê tê zivirandin û wisa tê xebitandin.
Gonul bal kişand ku makîne, genim cure bi cure cuda dike û wiha dewam kir:
"Em savar, toxim û genimê ji bo heywanan ji hevdu cuda dikin. Makîneya seradê ji du beşan pêk tê û herwiha li ser 9 çaviyan parve dibe. Em tarîgan û ceh bi nimroyekî cuda dikin, lêbelê heçî genim e em derbasî beşa para dikin. Di nimroya duduyan da tarîganên piçûk dikevin binî, di nimroya sisêyan da jî genimê ku dibe alifê heywanan dikeve binî. Di genim da jî em di beşa duduyan da toximê xwe hildidin. Di çaviya dawîn a beşa duyemîn da jî genimê ji bo heywanan dikeve binî. Herwiha beşa dawîn jî ciyê baqleyan e."
Gonul diyar kir ku makîneya seradkirinê ji aliyê bavê wî va sala 1940î da hat sitandin û herwiha ew bixwe jî ji bavê xwe fêrî emilandina makîneyê bû.
Herwiha Gonul diyar kir ku ew ji 20 saliya xwe vir va bi vê makîneyê va genim paqij dike û wiha dewam kir, "Makîneya seradkirinê genimê ji bo alifê heywanan, tarîgan, ceh û baqle paqij dike. Makîneya seradê heger mirovek hebe ku milê wê bizivirîne, dikare rojê 100 teneke genim paqij bike. Ev makîne êdî wekî berê zêde nayê emilandin. Lêbelê em dîsa jî hewil didin ku şixul û karê welatiyan biqede."