16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
BATMAN
Li Batmanê ji bo gundê Yolverenê ku êzidî lê dijîn û 16 hilbijêr lê hene, li goma Çeşmebaşi ya gundê Demîrbîlekê sindoq hat danîn.
Li gundê Yolverena li ser navenda Batmanê mixtar Mehmet Alcu (78) ku digel jina xwe li gund dijî, raya xwe avêt sindoqa ku li goma Çeşmebaşi ya gundê Demîrbîlekê hat danîn.
Alcu li goma Çeşmebaşiyê bona referandûma guhertina destûrê raya xwe avêt sindoqa ku nimroya wê 2213 e û ji bo wî hat danîn.
Serokê Lijneya Sandoqê Ramazan Kaban diyar kir ku li gundê Yolverenê 16 hilbijêr hene, lê li gund tenê Mehmet Alcu û jina xwe dijîn.
Kaban wiha axivî, "Ji ber ku jina Alcu nexweşê li erdê ye, wî tenê raya xwe avêt. Ji ber hindê sindoq bona wî li goma Çeşmebaşiyê hat danîn. Alcu ji aliyê peywirdarên me ji gundê wî hat anîn û li vir wî dengê xwe da."
Alcu jî diyar kir ku hilbijêrên din ên gund li dervayê welat dijîn, jina wî jî nexweş e û ji ber hindê wî bi tenê raya xwe avêt sindoqê û herwiha ew gelekî kêfxweş e ku wî peywira xwe ya hemwelatiyê bicih anî.
Li sindoqa ku Alcu dengê xwe da herwiha herdu kesên peywirdar jî raya xwe avêtin.