16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
BITLÎS
Nexweşên li Nexweşxaneya Dewletê ya Bidlîs-Tetwanê û nexweşên erdê yên li malan, bi alîkariya ekîbên Xizmetên Tenduristiya Malan raya xwe avêtin.
Rkîbên Xizmetên Tenduristiya Malan bi wesayîtên neqilkirina nexweşan û ambulansan va nexweş û xizmên nexweşan ên ku xwastin raya xwe bavêjin, birin navendên hilbijartinê.
Nexweşên ku dengê xwe dan, digel çavdêriya doktor û hemşîreyan vegeriyan nexweşxane û malên xwe.
Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Bidlîs-Tetwanê Yaşar Akay di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ji bo siberoja welat ew şahidiya rojeke girîng dikin û wiha xeberda:
"Mafê her kesî heye ku dengê xwe bide. Me raya xwe avêt, lêbelê nexweşên ku li mala xwe erdê ne, nexweşên li nexweşxaneyan û herwiha yên ku hatine emeliyatkirin, pêşiya wan hinek zehetî hene ku raya xwe bavêjin. Ji ber hindê me alîkariya nexweşên ku dikarin ray bavêjin kir û ew birin ser sindoqan. Heya niha ekîbên me qedera 20 nexweşî birin ser sindoqan û ew anîn."