30 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
VAN
Zezî Agirbaşa ku 12 zarokên wê hene ya 100 salî ya ku ji ber êrîşên terorê mecbûr ma ku ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê koç bike, bi malbata xwe re li Wanê bi cî bû.
Agirbaş 3 roj beriya qedexeya derketina derve ya ku di 13ê adarê de hat îlankirin ji ber êrîşên terorê mecbûr ma ku Yuksekovaya ku 100 sal bûn ku lê dijiya biterikîne. 12 zarokên Agirbaşê hene û jimara nevî û nevîçirkên Agirbaşê digihê 180 kesî.
Pîra Zezî bi malbata xwe ya 13 kesî re li mala ku li Taxa Alîpaşayê ya Îpekyoluya navçeya navend kirê kirin de bi cî bû û dest bi jiyaneke nû kir.
Zezî Agirbaşê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û qal kir ku her çiqas emrê wê 110 be jî di qeydên fermî de wek 100 xuya dike.
Agirbaşê qal kir ku şahidiya heyama seferberiyê û geşedanên dawîn ên ku li welêt qewimîn kir û got ku ji ber mast, şîr, goştê spî û kêm nanê li ser piyan disekine.
- "Jiyana min a li Yuksekovayê xweştir bû"
Agirbaşê qal kir ji ber ku ji Yuksekovayê derket xemgîn e û got ku "Em êdî li vir bi cî bûn lê jiyana min a Yuksekovayê xweştir bû. Me mal, eşya û her tiştê xwe li pişt hişt û em hatin vir."
- Wezîr Ramazanogluyê malbat ziyaret kir
Sema Ramazanogluya Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê jî du roj beriya niha li Wanê Zezî Agirbaşê di mala wê de ziyaret kiribû.