Haydar Şahin
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
GAZÎANTEP
Hesen Eliyê 6 salî yê ji Sûriyeyê ji ber ku perdeya çavên wî reş bûn êdî nabîne, ji vir 2 hefte berê bavê wî Hesen anî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Gazîentabê û li wê derê tê dermankirin.
Elî li Heleba bajarê Sûriyeya ku lê şerê navxweyî heye hat dinyayê, demekê şûnda ava reş tê ser perdeya çavên wî û Elî di dîtinê da kêmasiyê dikişîne.

Di rewşa şer da derman nayê dîtin û Elî ji binî va nabîne. Eqrebên Elî ji bo dermanekî bibînin berî xwe didin Tirkiyeya ku her tim li mezlûman xwedî derdikeve.
Hesen ji vir 2 hefte berê bi Mihemed Elîyi bavê xwe ra hat Tirkiyeyê li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Gazîentabê tê dermankirin.

Zarokê piçûk ew ê bi perdeya çavan ku ji dervayê welêt bê temînkirin va dîsa bibîne.

Mihemed Eliyê bavê Hesen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Heleba bajarê Sûriyeyê dijîn. Elî got ku her ku çû roniya çavên kurê wî kêm bû û paşê jî qet nedît û wiha pê da çû: "Di rewşa şerê li Sûriyeyê da me derman nedît. Ji ber vê ava reş hat ser çavên kurê min û qet nabîne. Nikare bi hevalên xwe ra bilîze jî."