Yunus Hocaoğlu
06 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2023
Tûrîstên Ûris ku ji Moskovaya paytextê Rûsyayê bi balafirê rasterast tên Erziromê berê xwe didin Navenda Kaşûnê ya Palandokenê û li wê derê kêf dikin.
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ji bo kaşûnê qasî hewce dike berf nebarî lê berfa sala par veşartibûn û bi pergala sûnî ya berf çêkirinê va hinek pîstên navendê, hatin vekirin.
Navend ji ber vê taybetiya xwe digel nebarîna berfê gelek kesên ji kaşûnê hez dikin diezimîne.

Bi taybetî jî îsal ji Moskovaya paytextê Rûsyayê ji 29ê Berfanbarê vir va rasterast seferên balafirên yên ber bi Erziromê va tên kirin û ji sê rojan carekê ev yek wê heta 15ê Adarê dewam bike.
Navenda Kaşûnê ya Palandokenê di astên "siruştî", "asta navîn", "kaşbazên profesyonel" jî tev bi 24 pîstên xwe va xizmetê dide turîstên xwecî û biyanî.
Ji turîstên ku ji Rûsyayê hatibûn Elmîra Lebedavayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew berê jî bo kaşûnê hatiye Palandokenê û wiha domand: "Ez wê demê ji tetîlê gelek razî mam. Ez ji Tirkiyeyê û welatiyên wê gelek hez dikim. Mêvanperwer in û ez ji vê jî gelekî hez dikim."

Borîs Rojenskiyê ku 74 salî jî got ku ew ji ber emrê xwe nikare kaşûnê bike lê ji siruşta vê derê gelek hez dike û tevlî xanima xwe têra dilê xwe tetîlê dikin.
Nîna Harçenkoyê jî diyar kir ku ew cara ewil e tê Palandokenê û ragihand ku siruşt û hewaya vê derê gelekî xweş e û wiha pê da çû: "Ez berê çûm Norwêcê û îsal jî em hatin vê derê. Li vê derê em kêfxweş in. Lewra li vê derê tav heye û hewa vekiriye."