Leşkerên ûris ên biçek û bi maskeyên berfê, rê li wesayîta peyamnerên AAyê birî û hewl dan ku dest bidin li ser kamera û wênegirên wan. Piştî ku peyamneran kamera û wênegirên xwe nedan wan, leşkerên ûris jî dîmen û wêne kontrol kirin û şûnde bi zorê qeyd jê birin.
Piştî van bûyeran, peyamnerên AAyê berê xwe dan bajarê Akmescîtê, lê qûmandarê konvoya ûris dîsa wesayîta peyamneran da sekinandin û ji wan re got ku hûn ê me neşopînin û li vir saetekê bisekinin.
Peyamner dora saetekê li Kreçê hatin rawestandin û şûnde destûr dan ku peyamner bizvirin Akmescîtê.