Muhammet Kurşun
08 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
DIYARBAKIR
Li navçeya Qulpê ya Diyarbekirê 6 têjikên guran hatin dîtin û ji bo karûbarên hewce ji wan re bên kirin teslîmî Rêveberiya Şaxê Parkan li Diyarbekirê hatin kirin.
Li gor agahiyan xebatkarên Rêveberiya Daristanan li saheya çandina daran dixebitiîn 6 têjikên guran dîtin.
Ji bo maka wan were dîtin tîma daristanan qederekê sekinîn lê dema nehat ew teslîmî Rêveberiya Şaxê Parkan li Diyarbekirê kirin da ku werin parastin.
Piştî kontrol têjikan dê wan berdin nav daristanê.