Ekrem Payan
28 Gulan 2025•Rojanekirin: 28 Gulan 2025
Walîtiya Şirnexê hişyarî da ku li tevahiya bajêr bayekî xurt wê rabe û divê welatî baldar û bitevdîr bin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya Walîtiyê hat daxuyandin ku ji aliyê başûr ê bajêr va ba û bahozeke xurt wê çêbê, tê payîn ku dem demî vegere bahozê.
Hat gotin li hemberî rewşên neyînî yên wek bayê xurt, firîna banê xaniyan, welgerîna dar û dîregan, astengiya di hatin û çûyînê da divê welatî baldar û bi tevdîr bin.