İbrahim Atmaca
03 Hezîran 2020•Rojanekirin: 04 Hezîran 2020
Li Wanê di sala 2014an da bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan va rekora "Sifreya taştê ya herî qerebalix a cîhanê" hat şikandin. Odeya Bazirganî û Sanayiyê (TSO) ya Wanê ku pêşengiya vê rekorê kiribû, niha jî ji bo ji dinyayê ra danasîna Taştêya Wanê bike xebat da destpêkirin ku 7ê hezîranê wek "Roja Taştê ya Cîhanê" were pîrozkirin.
Di taştêya Wanê dq 20 cure berhemên wekî "penêrê pincarê", mirtoxeya ku bi ar, rûnê nivîşk û hêkan tê çêkirin, "poxîn"a ku ji hêrana qelînekên genimşîr tê çêkirin û "hingivê qereqovanê" hene. Taştêya Wanê çendîn qirn in ku mîrata çandî ya herî girîng a bajêr e.
TSOya ku di sala 2014an da pêşengiya şikandina rekora "Sifreya taştê ya herî qerebalix a cîhanê" kir û ji vî alî va navê Wanê di Pirtûka Rekorên Guinnessê da da nivîsandin, ji bo ku taştêya Wanê bi hemû dinyayê bide naskirin teşebis kir ku 7ê hezîranê wek "Roja Taştê ya Cîhanê" were pîrozkirin.
TSOya Wanê ji bo taştêya Wanê bê tescîlkirin û standartên wê bên diyarkirin, serî li Enstîtuya Patentê ya Tirkan (TPE) dabû û "Belgeya Tescîla Marqeyê ya Taştêya Wanê" sitandibû. TSOyê plan dikir ku 7ê hezîranê di çarçoveya "Roja Taştê ya Cîhanê" da mihrîcanekê jî li dar bixe, lê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ev mihrîcan taloq kir.
Serokê TSOya Wanê Necdet Takva daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku armanca wan ew e vê çanda herî girîng a bajêr ji dinyayê ra bidin nasandin.
Karîgerê salona taştê Faris Gul jî diyar kir ku seba danasîna taştêya Wanê xebata ku dane destpêkirin girîng e û got ku li gor baweriya wan ev proje wê deng vede.