Haydar Şahin
03 Hezîran 2020•Rojanekirin: 04 Hezîran 2020
Kibaba kaxizê ya ji dawiya Osmaniyan vir da bi goştê berxan, belîcan, tametês û bîberan tê çêkirin di nav tehmên Meletiyê da cî digire.
Zekî Sayginê xwediyê restorana ji sala 1942yan vir da xizmetê dide daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Meletî xwediyê çanda xurekê ya dewlemend e, kibaba kaxizê jî ji wan xurekan e.
Saygi destnîşan kir ku kibaba kaxizê ji berê va tê çêkirin, kalikê wî bi salan ev kibaba çêkir.
Saygi got dibê goştê berxan were terbiyekirin û rojekî were sekinandin, kesên ku li tehma kibabê mêze dikin gelekî diecibînin.
- Bi mêvanan didin xwarin
Saygi got kibaba kaxizê dibê ji goştê berxan were çêkirin û wiha pê da çû:
"Heke ji parxanên berxan were çêkirin zehf xweş dibe. Li kaxizê dialînin êvarê diavêjin firinê, rûnê di nav da dihele û dikeve nav goşt, tehma wê zêde xweş dike. Jixwe rûnê goştê berxan heye. Xêncî wê hinek donê pêz jî li nav bixin tehma wê zêde dibe. Çêkirina vê kibabê wek hunerê ye. Ji ber vê kalikê min ji me ra digot 'Kurê min heke tu jî bi vê kibabê ra li ber firinê nepijî xwarin çênabe'. Bi avêtina firinê temam nabe, dibê di firinê da bizivirînin. Ked lazim dike. Kibaba kaxizê li Meletiyê tê çêkirin û ji kal û bavan maye. Dema mêvan tên Meletiyê malbat ji wan ra vê kibabê çêdikin. Kibaba me bêhempa ye û li Tirkiyeyê hemtayê wê tune."
Saygi diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da demek e dirêj bi tenê paket birin mal û dikanan, bi normalbûna pêvajoyê va mişteriyên wan ên bîriya kibabê kirine tên restoranê.
- "Tehmeke bêhempa ye"
Omer Yilmazê welatî jî got gelekî ji vê kibabê hez dike û wiha pê da çû: "30 sal e ez kibaba kaxizê dixwim. Em bi mêvanên xwe yên ji derva tên bajêr vê kibabê didin xwarin. Kesên ku tehm dikin gelekî diecibînin. Tehmeke bêhempa ye. Hetanî kibaba me nexwin em mêvanan bernadin."