Fatih Gazioğlu
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê welatiyan rûyê hîvê bi dûrbînê temaşe kir.
Gelek welatiyên Siwêregî ji bona ku li hêvî binihêrin derketin derva. Hin welatiyan jî rûgirtina hîvê bi dûrbînê temaşe kir.
Ji welatiyan Ferdî Tanrisever got wan rûgirtina hîvê eciband û wiha axivî: "Ez cara ewil e tiştekî wiha dibînim. Me îro ev bûyera ecêb bi dûrbînê temaşe kir. Me bi hevalên xwe re temaşe kir. Ev mucîzeyeke Xwedê ye."
Ji esnafan Hasan Yasal jî got ku ji ber vê dîtinê ew xwe gelekî bişans qebûl dikin.