HAKKARÎ
Wezareta Ciwanî û Werzîşê li Hakkariyê bi navê "Navenda Ciwaniyê ya Xewnên Bajarê Çiyayan" navendek da vekirin. Keç û xortên bajêr di demên xwe yên bêhnvedanê de tên navendê û beşdarî şahiyên werzîş, çand û hunerê dibin. Proje bi destê Komeleya Desthevgirtin û Alîkariya Gund û Navçeyên Hakkariyê (HAK-KOY-DER) tê tetbîqkirin. Navenda li taxa Merzanê seranserê heftê vekiriye. Ciwan tên û li navendê dersên xwe çêdikin, pirtûkan dixwînin. Ji bilî van jî ciwan beşdarî şahiyên wek tenîsa masê, fitbol, setrenc, bîlardo û fitbolê jî dibin.
Her wiha li navendê fîlman temaşe dikin û ji bo ku bikaribin li gîtar û baxlemayê jî bidin perwerdeyê dibînin.
Koordînatorê Projeyê Cebbar Yakûpoglû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku ciwan demên xwe yên bêhnstandinê li navendê derbas bikin û hînî tiştên ku bi kêrî wan tên bibin.
Xwendekar û ciwanan jî destnîşan kirin ku ev navend ji bo wan gelekî bi kêr e û dema ji dibistanê vedigerin dersên xwe li wir çêdikin, li wir dikevin înternetê, pirtûkan dixwînin û fîlman temaşe dikin. Ji bilî van tiştan dema ku şahiyên werzîşê li navendê tên lidarxistin beşdarî wan jî dibin.