ERZÎNCAN
Xwendekar û mamosteyên dibistana Çaglayanê ya ku 10 polên wê hene, di dersên nîgarçêkirin û çalakiyên serbest de dîwarên hewş û dibistanê bi resm û karîkaturan ve xemilandin. Di salekê de nêzî 50 resm û karîkatur çêkirin.
Mamoste Pinar Hatîpogullari daxuyaniyek da nûçegîhanan û diyar kir ku armanca wan ew e ku dibistanê ji bo welî û xwendekaran bikin cihekî balkêş û axaftina xwe wiha domand: "Me di dersên serbest û wextê vala de bi xwedekarên xwe re ev resm û karîkatur çêkirin. Ji bo ku xwendekar ji dibistana xwe hez bikin, me ev kar kir. Keda hemû xebatkar, xwendekar û mamosteyên me di vî karî de heye. Armanca me ew bû ku dibistana me bibe cihekî balkêş. Ji ber vê yekê me dest bi vî karî kir û em berdewam jî dikin."
Xwendekaran jî kêfxeşiya xwe anîn ziman û gotin ku "dibistana me bû cihekî rengîn û balkêş."