Türkan Tosun
25 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2018
VAN
Li Wanê zarokan bi tepsiyên firinê va xwe li ser berfê şiqitandin û kêfxweş bûn.
Ji ber berfê li bajêr dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

Zarokên ku xwestin xwe li ser berfê bişiqitînin ji malên xwe tepsiyên firinê anîn, lê siwar bûn û xwe şiqitandin.

Li navçeya Îpekyoluyê li taxa Serhedê li ser kolana Mehmet Efendî zarok çûn li ber Midûriya Ewlehiya Navçeyê kom bûn û xwe şiqitandin.
Zarokan gotin bi tepsiyên firinê va xweşiqitandin pir xweş e.