Abdullah Tel
26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Malbatên koçer ên salik donzde meh bi xwedîkirina pez ra eleqedar in heta derkevin biharê konê xwe li Rihayê vegirtin.

Koçer mehên havînê ji ber mêrg û hêşînahiyê keriyên pez û dewarên xwe dibin zozanên li bajarên Erzirom, Wan, Elezîz û Mûşê û dema dinya sar dibe jî vedigerin Rihaya ku germtir e.

Malbatên koçer li herêmên curbecur ên bajêr ji xwe ra kon vegirtine wê mehên zivistanê û qismekî biharê di wan konan da derbas bikin. Jiyana koçberî ji perwerdehiyê bigir heta tenduristî, ji wê bigir heta teknolojî û jiyana civakî bi xwe ra dibe sedema ji gelek tiştan mehrûm mayînê.

Xwediyên keriyên pezan û dewaran ku bi sedan serî heywan xwedî dikin emrê xwe bi şivanî û gavantiyê ra derbas dikin.
Di mehên payîzê da bi saya barana xweş barî va mera hêşîn bûn û rûyê koçeran bi xêra vê hêşînahiyê dikene, ew hêvî dikin ku îsal ji bo wan bi xêr û bereket be.