Gelê Kobanêyê yên ku ji ber şer xwe spartin Tirkiyeyê, jiyaneke şerpeze dijîn. Lê niha ji ber zivistanê zehmetiyên wan zêde bû û di nav rewşeke xirab û perîşan de dijîn.
Kurdên Kobanêyê yên ku qasî 3 meh berê hatin Tirkiyeyê û li Sirûca navçeya Şanliurfayê di kampan de dimînin hewl didin ku di nav şert û mercên zehmet de bijîn.
Hin penaber di kampên dewletê de, hinek yên saziyên civakî ên sîvîl de û hinek jî di kampa Herêma Kurdistana Iraqê avakiribû de dimînin. Penaberên ku gelekên wan ji jin û zarokan pêk tê, her diçe hêviya vegera welatê xwe winda dikin û xemgîn dibin.
Jin bi ava sar ve kinc û firaqan dişon. Zarok tazî û pêxas, an cil û bergên tenik ve di sermayê de dileyîzin.
Berpirsyarê Kampa Herêma Kurdistana Iraqê Mehmet Kayhan ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku 383 kon ji hêla Herêma Kurdistana Iraqê ve, 14 kon jî bi alîkariya saziyên civakî yên sîvîl ve hatin vegirtin.
Kayhan got ku di kampê de 5 hezar kes dijîn, di kampê de pirsgirêka av û ceyranê hê heye lê ew hewl didin ku van pirsgirêkan çareser bikin, çalakiyên civakî ji bo penaberan li dar bixin.
Zuhre Segena 70 salî ya ku kampê de dimîne jî got ku zu an dereng şerê welatê wan wê xilas bibe û wiha axivî: "Di dinyayê de dostanî û bîranînên xweş aramiyê dide mirovan. Ji ber zivistanê û sermayê rewşa me bêtir nebaş e ."
- Li Siwerekê di kargehên vala de dimînin
Hin penaber ên ku ji ber şer xwe spartin navçeya Siwerekê ji ber sir û sermayê di kargehên vala de dimînin.
Serokê Komeleya Alîkariyê yê Siwerekê (SIYAR-DER) Ramazan Baylan jî daxuyand ku pispor dibêjin îsal zivistan wê sar û dijwartir be. Baylan got ku li navçeya Siwereqê 6 hezar sûrî hene û gelekê wan di nav şert û mercên zehmet de dijîn.