Sidar Can Eren
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Bi vebûna sezona turîzmê ra navenda bajêr di serî da navçeyên Pulumur, Nazimiye, Hozat, Pertek, Mazgirt, Çemîşgezek û Ovacikê ji aliyê şêniyên bajarên derdorê va tên ziyaretkirin.
Ziyaretvanên ku rojane yan jî demeke dirêj li herêmê tetîlê dikin, li kêleka çem, li nava daristanan û serê çil û çiyan kamp dikin.
Bi kordîneya Kulûba Sporên Çiyageriya Lûtkeyê û Siruştê ku li herêmê fealiyetan dike, 20 kesan Zozanê Gomanê ziyaret kir.
Grûba gerê bi wesayîtan heta gundê Ziyaretê hatin, piştî amadekariyan ber bi Zozanê Gomanê va meşiyan.
Piştî meşa 7 saetan siruşthez gihîştin zozanê û li wê derê geşt û seyran kir, dora Gola Mancîkê ku bi ava berfê û baranê tije bûye, wêne kişandin.
Ji siruşthezan Taylan Sînbat ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew seba ji stresê dûr bikevin, hatin nava siruştê.
Sînbat daxuyand ku Tuncelî bi xweşikahiyên xwe yên siruştî dertê pêş û wiha dewam kir, "Bajarê me çar demsalan mazûvaniya xweşikahiyên cuda dike. Em jî bi taybetî di mehên bihar û havînê da dertên ser Çiyayên Munzûrê û ji xwe ra digerin. Di rêwîtiya me da em rastî şelala, hêşinahî, gelî û kulîlkên cur be cur hatin. Zozanê Gomanê jî gelekî xweş e û hê dest pê neketiye."