Muhammed Enes Can
27 Gulan 2026•Rojanekirin: 27 Gulan 2026
Heciyên ku li Erefatê weqfe girtin û dû ra bi otobusê ber bi Muzdelîfeyê va çûn, li wir nimêj kirin, dueya weqfeyê xwendin û ji bo recma şeytanan, kevir berhev kirin.
Ji nîvê şevê pê va, Misilman bi qasî 3.5 kîlometreyan meşiyan heta cihê Cemaratê, li wir heft kevir avêtin "Cemreya Eqabeyê", ku wekî şeytanê mezin tê hesibandin.
Piştî recma şeytanan, Misilman bi peya gihîştin Kebeyê, li wir wan Tewaf û rêûresma Se'iyê pêk anîn. Piştî tiraşkirina serê xwe, ew ji rewşa îhraman derketin.
Bi vî awayî, piştî ku erkên xwe temam kirin, Misilman bûn hecî.
Hin heciyên ku ji îhraman derketin, dê di pêvajoya Cejnê da jî tewafa ziyaretê û Sa'iyê bikin.
Herwiha dê di roja duyemîn û sêyemîn a cejnê da hecî recma şeytanan bidomînin.
Heciyên ku dê bi komî digihîjin herêma Cemeratê, dê di roja duyemîn û sêyemîn a cejnê de heft kevirên ku ji herêma Muzdelîfeyê berhev kirine, bi dorê bavêjin ser şeytanên piçûk, navîn û mezin.
Piştî recma şeytên, hecî dê ji Mekkeyê derkevin û biçin Kebeyê da ku nimêja xatirxwestinê bikin.