02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
DIYARBAKIR
Êşa malbatên ku 3yê rêbendana 2008an li Diyarbekirê di êrîşa bombeyî ya PKKya rêxistina terorê li ber dersxaneyê kir da zarokên wan hatin kuştin nayê jibîrkirin.
Li navçeya Yenîşehirê dema serwîsa leşkerî derbas dibû li ber dersxaneyê endamên PKKyê wesaîta bombebarkirî teqandin û ji ber teqînê xwendekar Ridvan Suer, Eren Şahîn Eronat, Ferhat Mutlu, Melek Îpek, Mehmet Salih Ekincî û Engîn Taşkaya û ji weliyan Cengiz Kaya hatin kuştin û 73 kes jî birîndar bûn.

Malbatên kesên hatin kuştin hê jî êşa xwe ji bîr nekirine û bêriya zarokên xwe dikin.
Nesîme Ekinciya dêya Mehmet Salih Ekincî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir dema li malê xwarin çêdikir dengê teqînê bihîstiye û got peyra ez pê hesiyam ku teqîn li ber dersxaneya kurê min çêbûye.
Ekinciyê diyar kir wê şevê li nexweşxaneyan li kurê xwe geriyaye û wiha got: "Mêrê min ew li Nexweşxaneya Leşkeran ya Diyarbekirê dît. Kurê min hat emeliyatkirin, lê rewşa wî giran bû û peyra sewqî Enqereyê kirin. Birin Enqereyê, lê 15 roj bi şûnda cinazeyê wî hat. Min qet nedît. Tenê carekê em bi têlefonê axivîn."

Ekinciyê destnîşan kir kurê wê yekî zîrek bû û got heger sax bûya wê bihata asteke baş, lê nebû nesîb.