Türkan Tosun
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
MÛŞ
Li Mûşê sê birayên ku bi piştgiriya dewletê fabrîqeyeke tekstîlê ava kirin, şala didûrin û îxracî gelek welatên cuda dikin.
Şeş birayên ku ji Mûşê çûn Stenbolê û 7 salan li wir xebitîn, biryar dan ku li welatê xwe fabrîqeyeke tekstîlê ava bikin.
Şaban, Yunus û Huseyîn Çelîk ên ku demek berê vegeriyan Mûşê ji bilî sermayeya xwe ji Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) prîma sîgortayê, ji Midûriya Bajêr ya ÎŞ-KURê 50 xebatkar û ji Îdareya Taybet a Bajêr jî depoyên Tekelê yên berê wek alîkarî hildan.

Li fabrîqeyê qasî 70 kes dixebitin, salê 150 hezar şalên ji bo havîn û zivistanê tên dirûtin. Birayên mûşî van şalan difroşin welatên wek Îran, Iraq, Rûsya, Lîbya, Erebistana Siûdî, Sûdan, Misir, Tûnis, Fînlandiya û Hollandayê.
Şaban Çelîk ji nûçegihanê AAyê re got bi saya vî karî xêra wan him digihêje aboriya welêt, him jî însan di kargeha wan de dixebitin xêra wan digihêje îstixdamê û ji ber vê ew kêfxweş in.
- "Hedefa me ew e ku em salê 500 hezar şalî bidirûn"
Çelîk got armanca wan ew e ku ew karê xwe bêtir pêşva bibin.
Çelîk wiha axivî: "Hedefa me ew e ku em karê xwe pêşva bibin, salê 500 hezar şalî bidirûn. Mûş welatê me ye, ji ber vê em dixwazin karê xwe li vir bidomînin."