Elif Orhan
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
BIDLÎS
Weqfa Arîkariya Mirovî ya Azadî û Mafên Mirovan di çarçoveya "cil û bergên ji bo sêwiyan" de li tevahiya Bidlîsê cil û berg belavî 386 zarokan kirin
Ji ber arîkariya cil û bergan a ÎHHê ya ji bo zarokên sêwî yên li Bidlîsê li Nûnertiya Tetwanê ya Komelaya Arîkariyê ya Mirovahiyê ya Azadî û Mafên Mirovan a Bidlîsê bername hat lidarxistin.
Waliyê Bidlîsê Îsmaîl Ustaoglu di axaftina xwe de got ku li tu derê dinyayê fealiyetên arîkariya civakî û weqfan bi qasî yên li Tirkiyeyê hêzdar nînin.
Ustaoglu qal kir ku ÎHH di serî de gelek weqf û komeleyên li Tirkiyeyê bûn dengê sêwî, feqîran û wiha axivî: "Ne tenê ji bo misilmanan ji bo mezlûman jî fealiyetan dikin. Ez di vê warê de kesên ku di vê xizmetê de keda wan derbas bû pîroz dikim."
Serokê Komeleya Arîkariya Mirovahiyê û Azadî û Mafên Mirovan a Bidlîsê Muzaffer Taşcan jî got ku bi piştgiriya piştevanên dilkirî jî di sala 2017an de jî arîkariyên eynî û neqdî dan mixtacan, xebatên perwerdeyê, xebatên ji bo sêwiyan û aktîvîteyên civakî yên cur bi cur kirin.
Piştî axaftinan arîkariyên cil û bergan û pakêtên kumanyayê yên zarokan ên ku ÎHHê şandin belav kirin.