Ayşe Böcüoğlu Bodur
06 Gulan 2021•Rojanekirin: 07 Gulan 2021
Îro li hin deverên Marmara, Ege, Behra Spî, Behra Reş, Rojhilat û Başûrê Rojhilat tevlî brûsk vedanê baran tê payîn.
Li gor hişyariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê îro li seranserê welêt hewa wê ewrayî û kêm ewrayî be.
Tê payîn ku li Marmaraya Başûr, bakurê Egeyê, Egeya Navîn, deverên nav Behra Spî ya Rojava, Behra Spî ya Rojhilat, Anatoliyaya Navîn, deverên nav Behra Reş, deverên bakur û rojavayê Rojhilatê Anadoluyê û deverên li rojavayê herêma Rojhilatê Başûrê Anadoluyê dikevin tevlî ewr û brûsk vedanê wê baran hebe.
Di germahiya hewayê ya ku li gor demsalê zêde ye jî tu guherînek nayê payîn.