Haydar Şahin
25 Nîsan 2020•Rojanekirin: 26 Nîsan 2020
ŞANLIURFA
Li Gazîentab, Şanliurfa, Meletye û Qehremanmaraşa bajarên di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû da (Kovîd-19) qedexeya derketina derva hat îlankirin, hat dîtin ku di dema qedexeyê da gel dernekete derva.
Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî li 30 bajarên mezin û Zonguldaxê ji bo 4 rojan qedexeya derketina derva îlan kir li 4 bajaran kuçe û kolan vala man.
Li Şanliurfayê di roja 3yan a qedexeyê da xêncî wezîfedaran kesek dernekete derva, hejmara meriv û wesayîtan a li nav bajên dakete asta herî kêm.
Balixlîgola wargeha dîrokî vik û vala ma.
- Gazîentab
Li Gazîentabê di roja 3yan a qedexeyê da bajar bêdeng ma. Kolanên mezin ên herî qerebalix jî vik û vala bûn.
Kontrolên li kuçe û kolanan ên hêzên ewlekariyê dewam dikin.
- Meletye
Li bajêr di roja 3yan a qedexeyê da ekîbên polêsan li rê û dirban kontrolên xwe domandin.
Hat dîtin ku rêbejaya Meletye-Elezîzê, kolanên Yêşîlçam, Kanaboyu û Înoniyê vala man.
- Qehremanmaraş
Li Kolana Trabzonê, Bulvara Azerbeycanê, meydanên Îradeya Neteweyî, Demokrasî û Ataturkê kes nema û qerebalixî çênebû.
Hêzên ewlekariyê li ciyên kontrolê xebatên xwe dimeşînin.