Elif Irmak
29 Adar 2020•Rojanekirin: 30 Adar 2020
Waliyê Wanê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez got ku "Esenyamaça li ser navçeya Başqeleyê, Taxa Xanê ya li ser navçeya Çaldiranê û mezrayên Çemîk û Tellîkayaya li ser Taxa Alacayera Çatakê hildan bin karantînayê."
Bîlmez ji ser Skypeyê daxuyanî dan rojnamevanan da.
- Li Wanê 4 cih hildan bin karantînayê
Bîlmez got ku li bajêr jî weqayên pozîtîf hene lêbelê wekî ku tê mezinkirin nîne û reqam zêde nînin.
Bîlmez axaftina xwe wiha dewam kir:
"Weqayên me yên ji ber koçberan derketiye tunene. Digel vê li taxên sînor ên Çaldiran, Ozalp, Saray û Başqeleyê û navçeyan tu weqayên me tunene. Esenyamaça li ser navçeya Başqeleyê, Taxa Xanê ya li ser navçeya Çaldiranê û mezrayên Çemîk û Tellîkayaya li ser Taxa Alacayera Çatakê hildan bin karantînayê. Ev weqa ji ber ku kesên ji dervayî bajêr hatine bi kesên ji taxê ra têkilî danîne û testa wan a koronayê pozîtîf bûn derket holê."