Türkan Tosun
09 Adar 2020•Rojanekirin: 10 Adar 2020
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand li Tirkiyeyê heta niha vîrusa koronayê nehat tespîtkirin.
Wezîrê Tenduristiyê Koca (Şewba vîrusa koronayê) Dixwazim bibêjim pirsgirêk kurewî ye, lê têkoşîna me neteweyî ye.
"(Vîrusa Koronayê) Alîkariyeke ku em ji welatekî din hildin tune. Wek Tirkiye em ji wan welatan yek in ku dikarin alîkariyê bikin."
"Ez dixwazim ji welatiyên me yên bi taybetî li Ewropayê dijîn ra bibêjim heta ew mecbur nemînin bila ji malên xwe dernekevin. Heke derkevin jî bila maskeyan bidin ber devê xwe. Dema şopên nexweşiyê çêbûn jî bila serî li saziyên tenduristiyê bidin."
"(Vîrusa koronayê) Li welatê me dibe ku bê dîtin, lê rê li ber belavbûna wê girtin di destê me da ye."