Türkan Tosun
25 Adar 2020•Rojanekirin: 25 Adar 2020
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum got: "Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da me îhaleyên xeyrîmenqulên xezîneyê yên wê bi usûla vekirî û girtî bihatana kirin, betal kirin. Heta dawiya meha nîsanê îhale wê neyên kirin."
Kurum li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê îhaleyên xeyrîmenqulên xezîneyê yên ji ber tevdîrên vîrusa koronayê hatin betalkirin da peyamek weşand.
Wezîr Kurum di peyama xwe da wiha got: "Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da me îhaleyên xeyrîmenqulên xezîneyê yên wê bi usûla vekirî û girtî bihatana kirin, betal kirin. Heta dawiya meha nîsanê îhale wê neyên kirin."