05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2015
ANKARA
Tirkiye ji bo ku di gaza siruştî da bi tenê girêdayî Rûsyayê nemîne li rê û dirban digere, ji aliyê din va jî li bendê ne ku Şirketa Anonîm a Birinûanîna Pêtrolê ya bi Xeta Boriyan (BOTAŞ) ji bo çêkirina Xeta Boriya Gaza Siruştî ya Şirnexê ya ku pê gaza Herêma Kurdistanê bînin Tirkiyeyê derxe îhaleyê.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, dirêjahiya xeta boriya gazê ya ku bê çêkirin 185 kîlometre ye û 40 înc jî berayiya wê heye. Tê pîlankirin ku xetê ji 35 kîlometreya Mêrdînê dest pê bike û hetanî sînorê Silopiyê here. Tê pîlankirin ku ji bo beriya 31ê berfanbarê îhale bê kirin û ji bo vê xebat dewam dikin.
Xeta ku gaza Herêma Kurdistanê pê bê û şebekeya Tirkiyeyê ra girê bide yê bê taybetî hewcedariya gazê ya Diyarbekir û Mêrdînê bibîne.
Tony Haywardê Serokê Şirkeya Genel Energyê ya ku li Herêma Kurdistanê dixebite diyar kiribû ku 5 trilyon mêtrekup gaza siruştî heye û ev jî qasî 50 salî têra Tirkiyeyê dike. Hayward destnîşan kiribû ku di nav 2-3 salan da dikarin gazê bigihînin Tirkiyeyê, pêşiyê dikarin 10 milyar mêtrekup di sala 2020î da jî dikarin 20 milyar mêtrekup gazê sewq bikin.