Ömer Varlık
18 Nîsan 2026•Rojanekirin: 18 Nîsan 2026
Cemal Aralê Serokê Komeleya Xwedîkarên Dewaran ya Mûşê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku bi saya tesîsên hatine avakirin, hilberîner derfetê dibînin ku şîrê xwe bi bihayê ku heq dike bifroşin.
Aral diyar kir ku wê li 17 gundên din tesîsên berhevkirina şîr werin avakirin û wiha got, "Bi beşdariya Walîtiya Mûşê û DAKA (Ajansa Pêşvebirina Rojhilatê Anadoluyê), me navendên berhevkirina şîr vejandin. Em şîr li vir berhev dikin. Li gorî peymanên ku me bi xwediyên dewaran ra çêkirine, em şîr bi bihayê ku nirxa wê nîşan dide dikirin. Dema ku şîrfiroş şîr bi 14 yan 15 lireyan dikirin, em bi bihayê ku ji hêla Lijneya Şîr ya Neteweyî va hatiye destnîşankirin dikirin. Em qet ji wê bihayê kêmtir nakirin."