Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi germbûna hewayê ra berf dihele.
Li Sarîqamişa ku ji niştewarên herî bilind ên Tirkiyeyê yek e û derdora wê bi daristanên çamê hatiye pêçan, berfîn û pîvokan berf qul kir û mizginiya biharê anî.
Li rasta Hançerliyê û Geliyê Keklîkê berfînên şîn û pîvok derketin ser rûyê erdê û xemla bihar û zivistanê bi hev ra derket holê.