Orhan Alca
03 Nîsan 2026•Rojanekirin: 06 Nîsan 2026
Li Hîzana navçeya Bidlîsê pîvokên mizgîniya biharê bişkivîn.
Li texma Guzeldereya ku di mehên zivistanê da sitûriya berfê lê metroyekê derbas dike, bi germbûna hewayê ra berf dihele.

Li qadên ku berf lê heliya pîvokên mizgîniya biharê bişkivîn.
Pîvokên li quntarên çiyayên biberf hêşîn bûne, dîmenên xweşik çêkirin.
Welatiyên ku hatin deverê, bi telefonên xwe yên mobîl dîmenên pîvokan kişandin.
