Mehmet Sıddık Kaya
19 Nîsan 2026•Rojanekirin: 19 Nîsan 2026
Li navçeya navend a Sûrê di dêra dîrokî da ayîn hat lidarxistin û Serpîskopos Aram Ateşyan ayîn bi rê va bir.
Kadeyên ku ji bo Cejna Paskalyayê hatibûn û hêkên ku hatibûn boyaxkirin, wekî îkram li beşdarên ayînê hatin belakirin.
Alîkarê Serokê Weqfa Dêra Ermeniyan a Surp Giragosê Ohannes Gafur Ohanyan ji rojnamegeran ra got ku ew Cejna Paskalyayê ya alema Xristiyanan pîroz dikin.
Ohanyan diyar kir ku digel Diyarbekirê, ji Stenbol û bajarên din jî mêvanên wan hatin û wiha got, "Em îro cejneke pir kêf û coş pîroz dikin. Em ji bo vê şa ne."
Ohanyan got, "Em hêvî dikin ku ev cejna piştgiriyê bide atmosfera aştiyê ya li Tirkiyeyê. Ev welat yê me hemûyan e. Welatekî me yê pir xweş heye. Mixabin li dinyayê pêvajoyeke pir xerab heye. Hêvî dikim ku ev cejn bibe wesîleya bidawîbûna heyamên trajîk jî."