Beriya birêketina qefleya hecê li Baalfirgeha Prof. Dr. Aziz Sancar a Mêrdînê merasim hat lidarxistin.
Namzêdê hecê Davut Aksak di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan da anî ziman ku ev 15 sal e bi hêvî ye ku serdana hecê bike û ew gelekî kêfxweş e ku navê di pişka îsal da derketiye.
Aksak destnîşan kir ku ew ji bo çûna axa pîroz gelekî bi kelecan e û got, "Bi taybet emê ji bo Xezeyê û hemî welatên Misulman dueyan bikin.
Yusuf Olek jî destnîşan kir ku piştî 11 salan navê wî derketiye û gelekî bi kelecan e û got, "Xwedê bike nesîbê her kesî. Ev hest nayê vegotin divê mirov bijî."
Hevjîna wî Nursel Olekê jî anî ziman ku dema nû bikevin Kabeyê ewê pêşî dueyan ji Filistînê ra bikin.
Ali Kumaç jî diyar kir ku piştî 14 salan cara duyem e dê biçe hecê lê dîsa jî gelekî bi kelecan e.
Namzêdên hecê yên di qefleya yekem da û wezîfedarên Miftîtiyê piştî kontrola pasaportan û karûbarên din, bi dueyan hatin oxirkirin.