Şahin Seçen
23 Nîsan 2026•Rojanekirin: 23 Nîsan 2026
Serokê Odeya Çandiniyê ya Batmanê Nizamettin Aydiş ji nuçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku îsal baraneke gelek li bajêr bariya.
Aydiş behsa wê yekê kir ku di demsala hilberînê ya dawî da mîqdara baranê li gorî herêmê diguherî û got, "Îsal bi awayekî giştî li him li Batmanê him jî li herêma me di warê baranê da ti tengasî tune ye."
Aydiş destnîşan kir ku îsal rekolte li gorî par ewê hê baştir be û got, "Di warê genim da di eraziyên ziwa da di awayê asayê da em serê deqarekê 400-450 kîlogram berhemê distînin. Lê par di vê rêjeyê da i hinek cihan daket 100 kîlogramî. Îsal hêviya me li erdên ziwa 450-500, li erdên avî jî 600-700 kîlogram e."
Aydiş anî ziman ku di salên pir baran da di zad da nexweşiya zingarê derket û destnîşan kir ku cotkar hewl didin ku bi vê nexweşiyê ra micadele bikin.
Li gundê Yucekoya ser bi navçeya Kercewsê Ferhan Seçenê ku cotkariyê dike destnîşan kir ku ji 72 deqar arazî, di 42 deqarî da nîsk, di 30 deqarî da jî genim hat çandin.
Seçen bal kişand ser wê yekê ku îsal baran zêde bû û got, "Em hêvî dikin ku îsal ji serê deqarê 400-500 kîlogram berhem bê bi destxistin."