26 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2015
ANKARA
Di rêza 15 zanîngehên herî baş ên Tirkiyeyê de Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU), Zanîngeha Hacettepeyê, Zanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Bîlkentê, Zanîngeha Enqereyê, Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê, Zanîngeha Egeyê, Zanîngeha Gaziyê, Zanîngeha Sabanciyê, Zanîngeha Koçê, Zanîngeha Bogazîçiyê, Zanîngeha Ataturkê, Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê û Zanîngeha Erciyesê cih girtin.
"URAP Laboratûwara Lêkolînê" ya di bin banê Enstîtuya Enformatîk a ODTUyê de rêza zanîngehên herî baş ên Tirkiyeyê eşkere kir. Di danîna rêzê da ev rêgez wekî esas hatin qebûlkirin; hejmara makaleyan, hejmara refereyê, hejmara refereyê ya ku dikeve serê her yek endamên hîndekariyê, hejmara tevahiya dokûmenên zanistî, hejmara tevahiya dokûmenên zanistî yên ku dikeve serê her yek endamên hîndekariyê, hejmara xwendekarên doktorayê, rêjeya xwendekarên doktorayê û hejmara xwendekarên ku dikevin serê her yek endamên hîndekariyê.
Li gorî xebata "URAP 2015-2016an" a ku di xwe de 136 zanîngehên li Tirkiyeyê dihewîne, bi 767,35 pûanî ve Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn wekî zanîngeha herî serkeftî hat hibijartin. Li dû ZTRNyê, bi 705,30 pûanî ve Zanîngeha Hacettepeyê, bi 697,95 pûanî ve Zanîngeha Stenbolê, bi 677,69 pûanî ve Zanîngeha Bîlkentê ya Îhsan Dogramaci û bi 677,31 pûanî ve jî Zanîngeha Enqereyê tên.
Zanîngehên herî baş ên ku di nava rêza 15ên ewil de cih girtin ev in:
"Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê 674,88 pûan, Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê 657,94 pûan, Zanîngeha Egeyê 656, 29 pûan, Zanîngeha Gaziyê 651,87 pûan, Zanîngeha Sabanciyê 648,29 pûan, Zanîngeha Koçê 639,82 pûan, Zanîngeha Bogazîçiyê 625,17 pûan, Zanîngeha Ataturkê 597,95 pûan, Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê 587,09 pûan û Zanîngeha Erciyesê 586, 64 pûan.
Xebata "URAP"ê ji ber wê sedemê tê kirin da ku zanîngeh cihê xwe yê zanîstî bibînin û pê bizanibin ka ji kîjan aliyê va ber bi pêşketinê diçin. Di lêkolînê de daneyên YOK û "Web of Science/InCites"ê tên emilandin.