Gülseli Kenarlı
23 Îlon 2024•Rojanekirin: 26 Îlon 2024
Ajansa Anadoluyê (AA) ku li Tirkiyeyê cara ewil Xetakesk ya Midûriyeta Nûçeyên Siruştê damezirand, projeya "GreenLens: Environmental and Climate Journalism Training"ê da destpêkirin ku wê di çarçoveya projeyê da an xebatkarên medyayê an jî kesên berê di vê qadê da xebitîne, perwerde bike.
Projeya "GreenLens: Environmental and Climate Journalism Training"ê yek ji wan projeyan e ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê va hat amadekirin û pêşkêşî Erasmus+ KA220-YOUyê hat kirin. Di çarçoveya projeyê da rojnamegerên ciwan wê derbarê pirsgirêkên hawîrdor û veguherîna îqlimê da bên perwerdekirin.
Proje yek ji wan projeyên ewil e ku wekheviya zayendê dide berçavan. Armanca projeyê ew e ku di vê çarçoveyê da 50 jin û 50 mêrên li welatên wekî Romanya, Makedonya û Fransayê rûdinên perwerde bike, agahiyên derbarê hawirdor, parastina hawirdor û veguherîna îqlimê da bi raya giştî ra parve bike.