Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di weşana hevpar ya A Haber û ATVyê de pirsên rojnamevanan bersivandin û mizginiyek da namzetên mamosteyiyê.
Erdogan destnîşan kir ku di meha çileya paşîn de dê hin mamoste teqawîd bibin û li şûna wan dê mamosteyên nû bên tayînkirin û wiha dewam kir: "Di çileya paşîn de hin mamoste dê teqawîd bibin û em ê li şûna wan, di meha sibatê de mamosteyên nû tayîn bikin. Di nav 10 salan de me 400 hezar mamoste hilgirtine kar. Niha jî li Tirkiyê 126 hezar mamoste lazim in. Lê em nikarin di yek carî de hemûyan bi cih bikin. Di nav 4-5 salan de dê tu kêmasî nemîne."
Di vê navberê de Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) di 27 û 28ê çiriya paşîn de dê di 96 beşan de 750 mamosteyan tayîn bike. Serîlêdanê duh dest pê kir û heta 26ê çiriya paşîn jî dê dewam bike.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, tayînên ewil dê di 96 beşan de be û 750 mamoste dê werin hildan.
Tayînên mamosteyan di 27 û 28ê çiriya paşîn de dê eşkere bibin. Serîlêdan heta 26ê çiriya paşîn dê dewam bike.
Serîlêdan û tayînkirin dê li ser malperan bên kirin. Ji bo mamostetiyê forma serîlêdanê li ser van navnîşanan e: "http://mebbis.meb.gov.tr'' û ''http://ikgm.meb.gov.tr''.
Mamosteyên ku bên tayînkirin jî dê di 29ê çiriya paşîn de dest bi wezîfeyê bikin.