18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
ANKARA
Ezmûna Personelên Akademîk û Têketina Perwerdeya Lîsansa Bilind (ALES) hat kirin.
Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) li 81 navendên wîlayetan û Bîşkekê ezmûn kir. ALESa ezmûna heyama payîzê di saet 09.30î da dest pê kir û 180 deqqe dewam kir.
Di beşa hejmarî de du testên (Hejmarî-1 û Hejmarî-2) ku ji 40 pirsan pêk tên; di beşa gotinî de du testên (Gotinî-1 û Gotinî-2) ku ji 40 pirsan pêk tên hatin pirsîn.
Pûanên ALESê di saziyên perwerdeya bilind de ji bo hilbijartina namzedên endamê perwerdeyê, hîndekar, lêkolîner, pispor, perwerdeya lîsansa bilind û li derveyî welêt perwerdeya lîsansa bilind tên bikaranîn.
Pûanên ezmûnê 3 salan derbas dibin.