08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2016
MUŞ
Li Mûşê komek mamoste ji bo karê mamostetiyê bidin hezkirin û zor û zehmetiyên mamosteyên li rojhilatê dikşînin nîşan bidin, kurtefîlmek kişandin.
Mamoste Abdullah Duger, Ahmet Osman Çankal, Oguz Beyazit, Îlker Şahîn û Burak Kocabiyik him ji bo karê ku dikin bidin hezkirin û him jî ji bo hal û rewşa mamosteyên li rojhilatê nîşan bidin biryar dan ku kurtefîlmekê bikişînin.
Li ser vê biryarê kurtefîlmeke 6 deqîqe û nîvan a bi navê "mamostetiya li Rojhilatê" kişandin û ji ser medyaya civakî weşandin.
Ji mamosteyan Ahmet Osman Çankal daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew mamostetiyê wek endazyariya civakê dibîne û wiha pê da çû: "Wezîfeya me mamosteyan perwerdekirina mirovan e û ku ew bi kêrî civakê bên."
"Em hez dikin pêşdaraziyê bişkinin"
Abdullah Duger jî got ku wan ji bo girîngî û zehmetiya mamostetîtiya ku li herêmê tê kişandin nîşan bidin û wiha axivî:
"Me hez dikir pêşdaraziyên mamosteyên rojavayê yên ku li dîjî herêmê bişkînin. Bi saya vê fîlmî ez bawer im ku em gihiştine hedefa xwe. Der heqê fîlmê de ji o me gelek bertekên baş hatin."