Türkan Tosun
25 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2020
Ezmûna Bijartina Personelên Kamuyê (KPSS) ya Pêşlîsansê ya ku ji hêla Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) va tê kirin dest pê kir.
Ezmûnê di saet 10.15an da dest pê kir.
Ezmûn li navendên 81 bajaran û Lefkoşaya paytextê Qibrîsê tê kirin, ji bo 120 pirsên testa Çanda Giştî-Qabiliyeta Giştî 130 deqîqe dan namzedan.
Piştî saet 10.00î destûr nehat dayîn ku namzed bikevin ezmûnê.
- Di ezmûnê da tevdîrên vîrusa koronayê
Di ezmûnê da ji ber şewba vîrusa koronayê tevdîr hatin sitandin. Beriya ezmûnê avahî bi giştî hatin paqijkirin û dezenfektekirin.
Her wiha li ber avahiyên ezmûnê, bi destê peywirdaran maske û dezenfektan li namzedan hat belavkirin, namzedên ku xwestin, dezenfektanê xwe bi xwe ra anîn.
Rewşa Kovîd-19 ya peywirdarên ezmûnê ji ser kodên HESê hatin şopandi