İbrahim Atmaca
03 Mijdar 2020•Rojanekirin: 03 Mijdar 2020
Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu diyar kir, ji bo sala perwerde û hîndekariyê ya 2020-2021ê serlêdanên burs û krediyê heta 8ê mijdarê hat dirêjkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, ji bo xwendekarên ku îsal ketine zanîngehê, xwendekarên ku perwerdeya wan dewam dike û xwendekarên ku li derveyî welêt dixwînin, serlêdanên burs/krediyê heta 8ê mijdarê roja yekşemê saet 23.59an hat dirêjkirin.
Wezîr Kasapoglu derbarê mijarê da daxuyanî da û got ku serlêdana ku wê di 3yê mijdarê da kuta bûbûya, heta 8ê mijdarê hat dirêjkirin.
Serlêdan wê li ser e-Devletê werin kirin.