02 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
ANKARA
Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji bo serîlêdana tayînkirina 30 hezar mamosteyan dest pê bike li ser malpera xwe forma serîlêdanê weşand. Serlêdan wê di 8ê sibatê da bi dawî bibin.
Ji bo tayîna mamosteyan serîlêdan bi elektronîk çêdibin. Namzed wê cureya tayînê ya li gorî xwe hilbijêrin û ji ser navnîşana "https://ilkatama.meb.gov.tr" û "http://ikgm.meb.gov.tr"yê "Forma Serîlêdana Elektronîk" dagirin û serîlêdana xwe çêbikin.
Namzedên ku cara ewil wê tayîna wan ji bo dezgeheke girêdayî MEBê were kirin, divê ji Ezmûna Bijartina Personelê ya Qamûyê (KPSS) ya 2015an 50 pûan an jî ji 50 pûanî zêdetir pûanek hildabe. Ji bo mamostetiya tirkî, matemetîka dibistana seretayî, zanistên fenê/fen û teknolojî, pêzanînên civakî, ziman û wêjeya tirkî, dîrok, erdnîgarî, matematîk (lîse), fîzîk, kîmya, biyolojî, çanda dîn û pêzanîna exlaqê, zimanê biyanî (almanî, îngilizî), mamostetiya rehberiyê û ya dibistana seretayî pûanê "KPSS121"ê û ji bo beşên din jî pûanê "KPSS10" ê hewce dike.
Namzed wê "Forma Serîlêdana Elektronîk" dagirin û wek kaxiz ji komputerê derxin. Piştre an bi xwe û an jî kesên ku bi rêya noterê welaketa xwe dabûn wê vê forma ku dagirtine li midûriyeta perwerdeya neteweyî ya bajar an jî navçeyan bidin pesendkirin.
Namzedê herî zêde wê 40 tercîhan bikin. Tayîn wê di 11ê sibatê de çêbibin.