10 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Hezîran 2016
ANKARA
Wezareta Perwerdeye Neteweyî biryar da ku li Diyarbekir, Mêrdîn, Hekarî, Şirnex û hin navçeyan ji ber bûyerên terorê zarokên ku heyama duyemîn neçûn dibistanê wê neyên mexdûrkirin.
Di vê çarçoveyê da zarokên ku neçûne dibistanê wê mexdûr nebin, betlaneya havînê yan jî di heyama pêş da ji bo ku li paş nemînin wê qursên pêşxistin û alîkariyê bên dayîn.
Di giştînameya ku bi îmzeya Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz hat şandin da li Sûra Diyarbekirê, Dergeçit, Dêrik û Nisêbîna Mêrdînê, Gevera Hekariyê, Cizre, Hezex û Silopiya Şirnexê xwendekarên ku heyama duyemîn a sala 2015-2016an da ji ber ku dibistan girtî bûn û neçûn dibistanê wê wekî ku dewam kirine bên hesibandin.